Erdogan: Em li edaletê digerin, em destdirêjiyê li axa kesî nakin

12 October 2024 15:11 0 dîtin
Erdogan: Em li edaletê digerin, em destdirêjiyê li axa kesî nakin

PeyamaKurd  Serokkomarê Tirkiyeyê piştî vegera xwe ya ji Belgradê,  li ser pirsgirêkên Tirkiyeyê û Yewnanistanê daxuyanî da rojnamegeran.

Di daxuyaniyê de weha got: “Piştî hilbijartinên 2023yan, têgihiştinek çêbû ku em karibin pirsgirêka kronîk a heyî ya di navbera Yewnanîstan û Tirkiyeyê de bi danûstandinên berfireh çareser bikin.

Li gel Serokwezîrê Yewnanîstanê Kyriakos Mitsotakis me destekeke siyasî da vê pêvajoyê û wezareta me ya derve li ser vê mijarê lêkolîneke berfireh kir. Girîng e ku îradeya her du aliyan hebe da ku pirsgirêkan destnîşan bikin, naveroka wan diyar bikin û çareseriyên berbiçav bibînin.

Wezîrê me yê derve Hakan Fîdan dê biçe Yewnanistanê û li ser van mijaran hevdîtinan dê pêk bîne. Tirkiye û Yewnanistan du welatên cîran in ku têkiliyên wan ên dîrokî hene. Prensîba cîrantiya baş ji bo her du welatan mifteya reçeteyeke serketî ye. Ez di wê baweriyê de me ku têkiliyên Tirkiye û Yewnanistanê li ser vê bingehê dê ber bi pêşerojeke baştir ve diçin. Ji destpêkê ve em bi nêzîkatiya çareseriyê nêzî mijaran dibin ku di rojeva her du welatan de ne.

Em dibêjin: ‘Her du welat dikarin îradeya çareseriyê nîşan bidin û pirsgirêkan li pey xwe bihêlin.’ Em her tim bang dikin ku bila di hiqûqa navneteweyî de qanûnên deryayî û yên qada hewayî werin diyarkirin. Weke welatên herêmê tenê bi diyalog û hevkariyê em dikarin ewlehî û aramiyê zêde bikin û metirsiyên pevçûnan kêm bikin. Em li edaletê digerin. Em destdirêjiyê li ser axa tu kesî nakin û em bi biryar in ku heta dawiyê mafên xwe biparêzin. Em ê van hemû mijaran li ser esasê nêzîkatiya xwe ya tevayî ya li Egeyê nîqaş bikin.”