Erdogan: “Minneta me ji ti kesî tine ye”

03 May 2020 01:22 0 dîtin
Erdogan: “Minneta me ji ti kesî tine ye”

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoğan li ser mijara ku van rojan li Tirkiyê behsa derbeyekî têkirin, di ser hesabê xwe yê medyayê de peyamekî belav kir. Erdoğan di peyama xwe de weha got:

“Em bi rihê xwe deyndarê Xwedê ne û deynê me yê xizmetê bo milletê me heye. Minneta me ji ti kesî tine ye û wê nebe jî. Ew çi bikin bila bikin, em ji vê rêyê danagerin.”

Di van rojan de li ser medyayê behsa derbeyekî têkirin lê mijar çi ye û bo çi tişteka weha li ser medyayê digere, rohn nîne.