AKPê yasaya guhertin û daxistina benda hilbijartinê pêskesî Erdogan kir!

23 May 2021 12:17 0 dîtin
AKPê yasaya guhertin û daxistina benda hilbijartinê pêskesî Erdogan kir!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Komîsyona Partiyên Siyasî û Yasaya Hilbijartinan a AKPê, xebatên bo daxistina benda hilbijartinên û guhertinên yasaya hilbijartinê temam kirine û pêşkeşî Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan kiriye.

Li gorî xebata ku pêşkeşî Erdogan hatiye kirin, pêşniyar hatiye kirin benda hilbijartinê bo 7%ê bê daxistin û ji bo partiyên demên dawî hatine avakirin jî di yasayê de sînordarî bên kirin.

Di xebata AKPê de sererastkirinên li gorî sîstema serokomariyê hatine kirin û awayê hilbijartina parlamenteran û herêmên wan jî têne guhertin.

Hat diyarkirin ku piştî Erdogan wê xebatê pesend bike, wê bi MHPê re parve bike û piştre jî ji partiyên din ên siyasî re ragihîne.