Yasaya hilbijartinê ya Parlamentoya Ewropayê tê guhertin

04 May 2022 20:13 0 dîtin
Yasaya hilbijartinê ya Parlamentoya Ewropayê tê guhertin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Yekîtiya Ewropayê yasaya hilbijartinê ya Parlamentoya Ewropayê diguherîne û pêşnûmeya projeyasayê pêşkeşî Konseya Ewropa ya nûnertiya 27 welatan dike, tê kirin.

Li gorî projeyasayê wê hilbijêr di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê (PE) e, dengên xwe li du sindoqan bidin ku yek ji wan ji bo namzetên parlamenterên PE yên ji welatên Yekîtiya Ewropayê û ya din jî ji bo berbijêrên seranserê Ewropayê ye.

Heger projeyasaya were pesendkirin, wê hilbijêrên welatekî Yekîtiya Ewropayê bikaribin dengê xwe bidin siyasetmedarekî ku li welatekî din ê Yekîtiya Ewropayê namzedê posta parlamenteriya Ewropayê.

Herwiha li gorî vê guherînê 28 kursiyên din li 705 kursiyên Parlamentoya Ewropayê têne zêdekirin ku armanc ew e, di diyarkirina Serokê Komîsyona YEyê de zêdetir dengê welatiyan were berçavgirtin.

Divê projeyasaya guhertina hilbijartinê ji aliyê Konseya Ewropayê ku 27 welatên endam tê de cih digirin ve bi yekdengî were pesendkirin.