Erdogan: “Em li ser peymana Montroyêne heya derfetê bo yeka bastir bibînin”
PeyamaKurd – Piştî 104 amîralên xaneşîn belavokekî li ser mijara vekirina Kanala Îstenbolê belav kirin ku dibêjin Kanala Îstenbolê wê bi xwe re bike ku ji nûh de munaqeşe li ser Peymana Motroyê bêkirin û dahatûya Tirkiyê bikeve talûkê, serokkomarê Tirkiyê bi şêwirmendên xwe ve li baregeha xwe civînekî lidarxist û piştî civînê derket ber çapemeniyê. Erdoğan weha got:
“Sedema niqaşa wan, ne azadiya firk û ramanê ye. Ev tevgera wan bi niyeteka xerab hatiye kirin. Em girîngiyê didin wan destkeftiyên me yên di Montroyê de û heya em derfetê bo ya baştir bibînin, em girêdayê Peymana Montroyê ne. Ew amîralê egal li serê wî bû, em bi erênî lê narênin.”
Erdoğan her weha bo CHP ê rexneyên tund kir. Li ser her dû serikan, Peyamana Montroyê û amîralê ser bi şaşik peyamên balkêş da. Erdoğan weha got:
“Ew kiryarekî bi niyeta xerabe. Nayê qebûlkirin ku di nîvê şevê de 104 amîral tişteka weha bikin. Welew bi wesfê amîralên xaneşîn jî hatibe kirin, li dijî artêşa Tirkiyê ye. Sipasiya nûnerên partiyan, STK yan û zankoyan dikim ku tewrê xwe li hemberê wan danîn. Li Tirkiyê piştî her belavokên weha, êrîşê ser demokrasiyê hatiye kirin. Em bi balkêşî li belavokê dinêrin û tedbîrên xwe li gor wê distînin.
Em bang li serokê muxalefetê yê mezin dikin ku tewrê xwe li rex demokrasiyê deyne. Eger armanc mirov fêde bide niqaşa Montroyê be, çare belavkirina belavokê nîne, divê di dinya akademîk de fikra xwe beyan bike.
Montro de wextê xwe de li gor şertên wê wextê destkeftine û em pêve girêdayîne. Têkiliyên di navbera Kanal Îstenbolê û Peymana Montroyê de bi temamî şaş e. Piştî Kanal Îstenbol çêbibe, wê barê Buhira Îstenbolê sivik bibe û kanal bi temamî di bin destê me de be. Niha Buhira Îstenbolê di destê me de ye? Mixabin na. Wê Kanala Îstenbol mafê me yên ser Buhira Îstenbolê xurt bike. Kesên li dijî projeyê dertên, dijminên Ataturk û komarêne. Ez weka serokkomar feda milletê di ku de be, ez ê wê bikim.
Niha di nav 104 kesan de hene ku bi xwe endamên CHP ê ne, ew bi xwe, jina wî, birazî û xwarziyê wî, kurê wî û gelek kesên wan tev di CHP ê de ne. Hun ê vana di nêzde di medya civakî de bibînin. Di navenda vî tiştî de partiya muxalefetê bi xwe heye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin