Erdogan: Ji ber zimanê bav û kalan axifîn, hemwelatiyên me cuda qebûl kirin
PeyamaKurd – Li aliyekî li ser mijara pêvajoya çareseriyê axaftin û munaqeşe dewam dikin û li aliyê dinê serokê dewleta Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan li ser axaftina zimanê Kurmancî got:
“Sirf ji ber xwestin bi serbestî baweriya xwe bijîn, sirf ji ber zimanê xwe yê bav û kalan axifîn, bi milyonan hemwelatiyên me, bi wan re muamela cudatiya hemwelatiyê hat kirin û hem wan biyanî dîtin. Ciyê fikra kesên ku ji jor de li hemawelatiyên me dinêrin, wan kêm cibînin, wan wekî çavkaniya tehdîdân dibînin, ew nîzama olîgarşîk di xeyala me de tine. Dewlet di xizmeta milletê de ye.”
Erdoğan axaftina xwe li Kulliya serokkomariya Tirkiyê di merasima 109em kursa qeymeqamiyê de, d dema qurayê de kir.
Pêvajoya nermahiyê di van rojan de, piştî serokê MHPê Devler Bahçeli bi rayedarên DEM Partiyê re destê wan roqe kir, destpêkir û ket rojeva raya giştî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin