Erdogan ji bo Novak: Em amade ne ji TANAP ê xazê bidin Macaristanê

29 March 2023 22:28 0 dîtin
Erdogan ji bo Novak: Em amade ne ji TANAP ê xazê bidin Macaristanê

PeyamaKurd – Serokkomara Macaristanê Katalina Novak bi seredanekî fermî giha Ankara û bi serokomarê Tirkiyê Tayip Erdoğan rfe civiya. Her dû serokkomar piştî civînê derketin ber çapemeniyê. Erdoğan got:

“Niha di mijara dayîna xaza xwezayî ya ji TANAP ê ji bo Macaristanê, min got ku em her destekê bi Azerbeycanê ve didin Macaristanê. Em ber bi hedefa xwe ve dimeşin.”

Erdoğan ragihand ku bi pêşwazîkirina serokkomara Macaristanê û heyeta pê re ya li Ankara, gelek kêfxweşe û weha dewam kir:

“Birêz serokkomar hevkara me ya stratejîke û piştî erdhejê ji bo hevkariya xwe nîşan bide û ji bo em li ser hevkariya xwe ya duqolî biaxifin seredana me kirin. Ji bo hukumeta Macaristanê û xelkê dost yê Macar ji bo desteka wan sipasiya xwe dikim. Ji erdheja Maraşê û Hatayê 35 hemwelatiyên me sax derxistin. Dostên me yên Macar di erdheja 1999an de jî hatin hawara me. Ez car din sipasiya dostên me yên Macar dikim.

Me her weha di hevdîtina xwe de behsa têkiliyên berfireh yên duqolî kir û li ser têkiliyên bazirganî, leşkerî, aborî û çandî danûsitendinan kir.”