Erdogan: Nêrîna me û diyaloga me ya bi DYAyê re nayê guhertin
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Türkeviyê bi nûnerên hin saziyên ramanê yên ku li DYAyê dixebitin re hat bal hev.
Erdogan got, "Serokomar kî be bila bibe, perspektîf û diyaloga me ya li hemberî Amerîkayê nayê guhertin. "Li ser hin mijarên ewlekariya me ya neteweyî hê jî cudahiyên me bi rêveberiya Amerîkayê re hene."
Erdogan herwiha kêfxweşiya xwe ya ji hevdîtina bi nûnerên hêja yên saziyên ramanê yên navneteweyî re nîşan da û got ku prensîbên wî yên bingehîn xurtkirina dostaniyê, kêmkirina pevçûnan û temînkirina aşitiyê ye.
Erdogan destnîşan kir ku eşkere ye ku mueyîdeyên CAATSA û dûrxistina me ya ji bernameya F-35an li dijî ruhê îttîfaqê ye û destnîşan kir ku di zûtirîn dem da serlêdanên lîsansa îxracata pîşesaziya parastinê ya ku di kongreyê da ne bi dawî bibe.
Erdogan axaftina xwe bi kurtasî wiha domand:
“Em jî wek hemû cîhan hilbijartinên serokatî û kongreya Amerîkayê yên ku wê di 5ê Mijdarê de bên kirin ji nêz ve dişopînin. Di encama hilbijartinan de kî dibe bila bibe, nêrîna me ya li ser Amerîka û diyaloga me ya bilind di têkiliyên me de nayê guhertin. Tirkiye yek ji bihêztirîn hevalbendên NATOyê ye. Di heman demê de em welatekî xwedî perspektîfa endametiya tam a Yekîtiya Ewropayê ne.
Em bi biryar in ku hem bi Rêxistina Hevkariya Şanghayê, hem jî bi BRICS û ASEAN re bingeha diyalogê xurt bikin. Di van demên dawî de me di vî warî de gavên krîtîk avêtin. Me hewayek pir cûda dît. Em ê hevkariya xwe ya bi rêxistinên cuda yên herêmê ra bi nêzîkatiya Tirkiye-navendî ya ku li ser berjewendiyên welatê me ye zêdetir pêş bixin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin