Erdogan: Operasyon dê ne tenê asîmanî bin!
PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, li ser operasyona Pençe-Kiliç axivî û diyar kir ku operasyon dê tenê bi awayê asîmanî sînorkirî nemînin û dê berdewam bin.
Erdogan, piştî serdana xwe ya Qetarê, di vegerê de pirsên rojnamevanan bersivandin. Li ser pirsên;
“Berdewamiya Operasyona Pençe-Kiliç a Asîmanî, di raya giştî de tê mereqkirin bê ka dê ev operasyon bi aliyê xwe yê bejahî jî dewam bike yan na?
Ya din jî tê îdiakirin ku Rusyayê herêmên di bin kontrola xwe de ji bo Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) vekiriye. Heger ev rast be, di qada têkoşîna li dijî terorê de dê tevgera hevpar a Enqere û Moskowê di pêvajoyeke çawa re derbas bibe?”
Serokomarê Tirkiyeyê, bersiva van pirsan bi dorfirehî da û got,
“Ez dikarim bi hêsanî bibêjim ku beriya her tiştî, ev operasyon ne operasyoneke ku li ser fikira di carekê de, gelo ka dê kî çi bibêje, dê çawa bibe, hatiye destpêkirin. Wekî ku me beriya niha jî gotibû, heger li dijî axên me û welatê me hinek aciziyan derxin, em ê berdêla wê bidin dayîn. Lewra niha rêxistiên terorî yên ku li başûrê me dibin gef, di nav vê plansaziya êrîşê de ne.
Ev li aliyê Iraqê hene, li aliyê Suriyeyê hene. Wekî ku ez her carê dibêjim; ‘Em dikarin şevekê ji nişke ve werin’ dema ku me ev digot, me cihê beredayî nedigot. Lewra li gorî bendewarî, plansazî û saeta ku hatiye, ev gav hatine havêtin. Operasyona ku duh bişev hat kirin jî rasterast encama vê yekê bû. Lewra bêbandorkirina van rêxistinên terorî û tunekirina wan, erka bingehîn a hêzên me yên ewlehiyê ye.
Ne pêkan e ku operasyon tenê bi asîmanî bimîne. Divê hêzeke çiqasî ya bejahî tevlî bibe; ev jî jixwe ji aliyê yekîneyên em yên pêwîst, wezareta me ya berevaniyê û sererkaniya me bi hev re tê biryardayîn, şêwira xwe bi hev dikin dû re em li gorî wê gavan dihavêjin. Jixwe me bi welatên ku ev hêman lê ne re pêwendiyên xwe yên dîplomatîk kirine û me gavên xwe li gorî wê havêtine û em li gorî wê dihavêjin.”
Serokomarê Tirkiyeyê, li ser pirsa bê ka dê operasyon li dijî Kobanê bê kirin yan na jî axivî û got,
“Jixwe ew herêm, her dem di nav hedefan de bû û gava hatiye havêtin, jixwe li wê gorê hatiye havêtin. Lewra vê carê jî wekî heman awayî di vê hedefê de 2 herêmên girîng hene. Yek jê bakurê Iraqê, yek jê başûrê Suriyeyê ye. Me li hember van herêman gavên xwe havêtin û em ê di havêtina gavan de berwdewam bin.
Bi Rusan re li Soçiyê peymaneke me ya ku di 2019an de hatibû lihevkirin heye. Berpirsiyariya wan jî hebû ku ew terorên li herêmê paqij bikin. Mixabin, tevî ku em gelek caran bi bîra wan dixin jî vê yekê nekirin, nikarin bikin. Me jî ji wan re got ku em ê li hember van tiştan bêdeng nemînin, heger hûn li dijî terorîstên li wê derê gavan nehavêjin, em ê gavan bihavêjin.
Duh jî di vê çarçoveyê de me li 12 hedefên ku li Kobanê bi cih bûbûn da û bêbandor kirin. Li vê derê sînorkirinek tuneye. Dewamdariya vê operasyonê mijara gotinê ye. Ji asîmanî û ji bejahî çi hewce bike, me kirin. Ji niha û pê ve jî em ê bikin.”
Erdogan li ser pirsa “Gelo li ser operasyonê ligel Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê Joe Biden hevdîtin hatiye kirin yan na?”ragihand ku wan di derbarê operasyonan de ne ligel Putin ne jî ligel Biden hevdîtinek nekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin