Erdogan: Serekî pir xeternak li kêleka me berdewam dike

26 November 2024 08:51 0 dîtin
Erdogan: Serekî pir xeternak li kêleka me berdewam dike

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Her çend hin kes bi israr vê yekê paşguh bikin jî, li kêleka Tirkiyeyê şerekî pir bi xwîn, pir xeternak 14 meh in dewam dike."

Tayyîp Erdogan piştî Civîna Lijneya Wezîran a li Enqereyê axivî.

"Em yek ji wan welatan in ku bertekên herî tund dane"

Erdogan diyar kir ku di polîtîkaya derve de bi rojeveke pir tund û tevlihev re rû bi rû ne û wiha got: "Êrîşên ku Îsraîlê di 7ê Cotmeha 2023an da li dijî Xezzeyê da destpêkirin her ku diçe berfirehtir dibe û li Lubnan, Sûriye û welatên din ên herêmê jî di nav da. Ev 14 meh in li tenişta Tirkiyeyê şerekî pir bi xwîn û pir xeternak diqewime. Em wek Tirkiye yek ji wan welatan in ku ji roja ewil û vir ve bertekên herî tund li hember siyaseta êrîşkar a hikûmeta Îsraîlê nîşan didin."

Erdogan diyar kir ku bi bi temamî qutkirina bazirganiya bi Îsraîlê re, wan qebareya bazirganiyê ya bi qasî 9,5 milyar dolarî îsraf kirine.

"Em piştgiriyê didin vê biryara wêrek ya ku ji aliyê ICC ve hatiye girtin"

Erdogan got, "Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî derbarê Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu û Wezîrê Parastinê yê berê Gallant da biryara girtinê da, di vî warî de gaveke pir wêrek e. Dor li Netanyahu û tevna qetlîamkeran gav bi gav teng dibe. Cîbicîkirina vê biryarê ji bo welatên beşdarê Destûra Romayê ceribandinek dilpakiyê ye. Di vî warî de, em cihê heyranê dibînin ku piraniya welatên berpirsê cîbicîkirina biryarê piştgiriya xwe ragihandin. Em wek Tirkiye jî piştgiriyê didin vê biryara wêrek a Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî."

"Hilberîna petrolê ya Tirkiyeyê rojane 155 hezar bermîl derbas kir"

Erdogan diyar kir ku li Gabarê xebatên lêgerîn û sondajê yên neftê bênavber dewam dikin û got.

"Dema ku me keşfa xwe eşkere kir, rêjeya hilberîna rojane ya di bîrên me yên neftê yên li Gabarê de ku mûxalefetê di mejiyê xwe de henekê xwe pê dikir, derket 57 hezar bermîlan. Di sala 2024an de bi taybetî li Şirnex û Colemêrgê bi giştî 84 sondajên sondajê pêk anîn. Me di van sondajên xwe de rezervên nû yên 66 milyon bermîlî dîtin.

Di sala dawîn de me 11 milyar dolar îthalata gaza xwezayî asteng kir ku di encama hilberîna elektrîkê ya ji enerjiya dikare bê nûkirin de çêbibe. Em armanc dikin ku di 11 salên pêş de hêza xwe ya ba û rojê 4 qat zêde bikin û bibe 120 hezar megawat. Em jî Projeya Santrala Enerjiya Nukleerê ya Akkuyuyê ya ku xewna 70 salî ya welatê me ye, dikin rastî. Dema Santrala Akkuyu bikeve meriyetê ez hêvî dikim ku ji sedî 10ê hewcedariya Tirkiyeyê ya ceyranê dabîn bike. Me hemû tedbîr girtine da ku welatiyên me ji ber şerê Rûsya û Ûkraynayê bandoreke neyînî nebînin ji ber zêdebûna bihayê enerjî û kelûpelan."