Erdogan û Merkel: Divê hukumeta heyî ya Lîbyayê bê destekkirin
PeyamaKurd- Serokwezîra Almanya Angela Merkel li ser daweta serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan çû Tirkiyê. Her dû lîder li ser gelek mijaran axifîn û fikrên xwe beyan kirin. Erdoğan û Merkel piştî civînê derketin ber çapemeniyê. Erdoğan weha got:
“Me di her derfetê de got ku li Lîbyayê çereserî bi awayeka leşkerî nabe. Desteka hukumeta rewa ya heyî ne tercîhê lê wezîfeye. Me bi mêvana xwe re beryanemeya têr û bi bereket çêkir. Em li ser mijarên Lîbya û Sûriyê axifîn. Me behsa têkiliyên Tirkiyê û Yekîtiya Awrûpayê kir. Me xwestinên xwe yên demên pêşiya xwe ji Yekîtiya Awrûpayê anî ziman.”
Merkel li ser mijara koçberên Idlibê û bo mijarên dinan fikir beyan kir û weha got:
“Kesên koçber yên ku ji Idlibê reviyane di konan de ne û em amade ne ku desteka maddî bidin wan. Yekîtiya cotyarên me dikarin alîkariya wan ya perwerdê bikin. Em ê komîsyoneka hevpar ava bikin. Almanên ku niha li Tirkiyê ne û qedexeya derketina wan derve heye, em ê li ser wan axifîn. Divê li Lîbyayê her dû alî agirbesa xwe bikin daîmî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin