Erebên hawirde bi ser gundekî Kurdan de girtin

30 January 2022 16:37 0 dîtin
Erebên hawirde bi ser gundekî Kurdan de girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 30yê Çileyê 2022yan hejmarek erebên hawirde (yên ji derveyî herêmê hatine anîn) avêtin ser gundekî kurdan ê qezaya Dubiz a Kerkûkê û hewl didin xelkê gund ji gund derxin û dest deynin ser zeviyên wan.

Berpirsê PDKê yê navçeya Dubizê Cewad Mihemed eşkere kir: “Îro erebên hawirde yên eşîre Elbû Hemdan û Elbû Husên avêtine ser gundê Elexêr a Kurdên ser bi qeza Dubizê û bi zorê dest bi kêlana zeviyên cotkarên kurd ên wî gundî kirine.”

Cewad Mihemed gotiye: “Ew ereb ji aliyê hêzên sepandî ve piştevanî li wan tê kirin û careke din jî erebkirina navçeyê dane destpêkirin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017yan dema milîsên Heşdî Şeibî bi rêkeftina ligel grubeke xiyanetkar a nav YNKê Kerkûkê dagir kirin, niha jî erebên hawirde bi piştevaniya wan hêzên sepandî dest bi erebkirin û dagirkirina zeviyên kurdan kirine.