Erebên hawirde li dora gundekî Kurdan çadir danîn û dixwazin dagir bikin

15 November 2021 15:22 0 dîtin
Erebên hawirde li dora gundekî Kurdan çadir danîn û dixwazin dagir bikin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro hejmarek Erebên hawirde hatine ser gundê Şinaxe yê li sînorê nehiya Sergeran û dixwazin gund dagir bikin. Ereban li derdora gund çadir danîne û xelkê gund jî rêgirîyê li wan dikin û qebûl nakin axa wan were dagirkirin.

Li gorû zanyariyên K24ê, ew Ereb di serdema Be'asê de hatibûn bicikirin, piştî sala 2003an axa dagirkirî bi cih hîştin û çûn, ku bi navê 'Erebên 10 hezarî' têne nasîn, piştî 16ê Cotmehê careke din vegeriyan deverên Kurdistanî û dixwazin erdên Kurdan dagir bikin.

'Erebên 10 hezarî' ji wan kesan re tê gotin ku hejmara wan 10 hezar kes bûn û di serdema Be'asê de hatibûn deverên Kurdistanî û pere û xanî ji wan re hatibûn dayîn û erdên Kurdan dagir kiribûn.

Hat diyarkirin ku ji sibeha îro ve hejmarek Erebên hawirde hatine gundê Şinaxe û çadir danîne, dibêjin ev gund gundê me ye û şêniyên gund jî rêgirîyê li wan dikin.

Niştecihekî gundê Şinaxe gotiye: “Ew Erebên 10 hezarî ne û Şîe ne, ji başûrê Iraqê hatine vê derê û dixwazin gundê me dagir bikin, me jî hêzên xwe yên ewlehiyê agahdar kirine, eger ew wan dûr nexin, em ê wan dûr bixin.”

Welatiyekî bi temen ê niştecihê gund dibêje: “Em ji sala 1963an ve di vê rewşê de ne û çavên Ereban li axa me ye, tenê ji ber ku em Kurd in vê yekê li me dikin, eger di ser laşên me re jî derbas bibin, em nahêlin gundê me dagir bikin, em naxwazin karên neyasayî bikin, lê eger berevaniya mafên me neyê kirin, em neçar in ku bi xwe berevaniya xwe bikin.”

Wî kalemêrî eşkere kiriye: “Erebên hawirde vê carê hatine çadir li gundê me danîne û jinên xwe jî bi xwe re anîne.”