Erebên Mûsilê daxwaza alîkariyê ji Komkara Erebî dikin

05 August 2018 22:35 0 dîtin
Erebên Mûsilê daxwaza alîkariyê ji Komkara Erebî dikin

PeyamaKurd - Berdevkê eşîrên ereb yên deşta Nînowa ya Mûsilê ragihand, ku Komkara Erebî dê li ser binpêkirin mafan û zilma Heşda Şebî li deverên Kurdistanî yên li derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê lêkolînê bike.

Berdevkê eşîrên Ereb yên deşta Nînowa, Muzahim El Huwêt ji malpera PDKê re ragihand: “Me raportek li ser binpêkirin û zilm û zora ku Heşda Şebî li xelkê deverên Kurdistanî dikin, dane Serokê Komkara Erebî Ehmed Ebû Xeyt û daxwaza alîkariyê jê kirine.”

Muzahim El Huwêt wiha got: “Ehmed Ebû Xeyt jî yekser ferman daye da ku lijneyek bo lêkolînan li ser binpêkirinên Heşda Şebî bikin. Ji ber ku me ji wan re gotiye ew milîs binpêkirinên mezin dikin, mîna kuştin û revandin û destdirêjiya ser jinan.”

Bi gotina wî mezinê Erebên Mûsilê, lijneya Yekîtiya Erebî dê di nav çend rojên bê de bigihê Kurdistanê û dest bi lêkolînan bike. Herwiha daxwaz jî kirine ku milîsên Heşda Şebî ji navçeyên Kurdistanî vekşin.