Erebên Sûnî pêsniyar kirin ku Kazimî dîsa bibe serokwezîr...

08 February 2022 20:04 0 dîtin
Erebên Sûnî pêsniyar kirin ku Kazimî dîsa bibe serokwezîr...

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Erebên Sunî yên Iraqê piştgiriya xwe ji bo namzedkirina serokwezîrê niha Mistefa Kazimî ji bo heman posta serokwezîriyê ragihand.

Serokê Partiya Niştimaniya Iraqê û parlamenterê Hevpeymaniya Siyade li Parlamentoya Iraqê Mîşan Cibûrî li ser Twitterê peyamek belav kir û tê de got: “Ligel serokê hevpeymaniya Siyade Xemîs Xencer wan pêşwazî li serokwezîrê niha yê Iraqê Mistefa Kazimî kiriye.”

Mîşan Cibûrî got: “Dikarim vê bibêjim ku Hevpeymaniya Siyade piştevaniya namzedkirina Mistefa Kazimî ji bo serokatiya encûmena wezîran ango serokwezîrê Iraqê dike, heger Tevgera Sedir jî wî ji bo pêkanîna hikûmeta nû erkdar bike.”