Erebeyeke bombebarkirî teqiya: 10 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li parêzgeha Enbar a Iraqê erebeyeke bombebarkirî teqiya û di encamê de 10 kes birîndar bûn.
Li zanyariyan, teqîn li Sûka Nûjen a Qezaya Hidêse ya rojavayê parêzgehê pêk hatiye.
Mudîrê Nexweşxaneya Qezaya Hidêsa li ser mijarê ji malpera El-Eyîn a Nûçeyan re da zanîn, ji deh birîndaran rewşa yekî pir giran e.
Herwiha do dezgehên Ewelekariya Îranê da zanîn, yekîneyên wan deh endamên şaneyên DAIŞê girtine, di nava wan de yek jî berpirsê êrîşên întîharî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin