Erebistana Si’ûdiyê mesrefên leskerî zêdetir kiriye
PeyamaKurd- Erebistan bo nîvsala 2018an mesrefên xwe yên leşkerî % 34,2 zêde kiriye. Li gor rêjeyên ku ji aliyê wezareta darayî ya Erebistana Si’ûdî de hat kirin, mesrefên leşkerî yên nîvsala îsalê li gor dewra borî % 34,2 zêdtir bûye û gihaye 30,2 mîlyar dolarî.
Erebistan bo mesrefên leşkerî ji budeçeya xwe ya 2018an %21 jê veqetandibû. Lê mesrefên ji bo 6 mehan yên bo leşkerî li gor qiyasa budçeya vê dewrê ku 128 mîlyar dolare, dike %24 ê wê. Şerên herêmê û tehdîda li ser Erebistanê bûye sedema zêdekirina mesrefên leşkerî.
Erebistan ev 3 sale ku serokatiya koalîsyona şerê li dijî Hûsiyên Yemenê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin