Êrîsa bi mosekan li ser baregeha Amerîkayê li Sûriyê!
PeyamaKurd – Îro hat îdiakirin ku koma Berxwedana Îslamî ya li Iraqê ku Îran piştevaniya wê dike, bi moşekan baregeheke Amerîkayê ya li Sûriyê kiriye armanc.
Hat ragihandin ku Koma Berxwedana Îslamî ya ku Îran piştgirîya wê dike li Iraqê baregeha Amerîkayê ya li Sûriyeyê bi moşekan hedef girt.
Rêxistinê di daxuyaniya xwe de got, "Şervanên me bi moşekan bersiva tawanên Îsraîlê yên li dijî xelkê Xezzeyê dan, baregeha Amerîkayê ya li zeviya petrolê ya El-Omer li Sûriyê bi moşekan kirin armanc."
Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji 19ê Cotmehê ve 50 êrîş li ser baregehên Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê hatine kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin