Êrîsî Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê hat kirin: 3 kes birîndar bûn
PeyamaKurd- Ajansa Frensî AFPê ragihand ku 3 moşekli Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê ketine.
Li gorî nûçeya AFPê ji sê moşekan yek li kafeteryayê ket û herduyên din jî li nêzîkî wê ketin.
Reutersê jî li ser zimanê çavkaniyekî e xwe ragihand ku di wê êrîşê de 3 kes birîndar bûne.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî derbarê mijarê de anî ziman hin moşekên ku diavêjin Herêm Kesk îsabetî Balyozxaneya Amerîkî dikin û amaje kir li bi van êrî şan hewil didin “Iraqê bikin qada şêrî."
”Wezareta Derve ya Amerîkayê jî di daxuyaniyekê xwe de got, “em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku Berpirsyartiya xwe bîne cî û avahiyên me biparêze.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin