Ermenistan dixwaze wexta mayîna hêzên Rûsya yên li Qerebaxê dirêj bike

29 October 2022 17:37 0 dîtin
Ermenistan dixwaze wexta mayîna hêzên Rûsya yên li Qerebaxê dirêj bike

PeyamaKurd – Serokwezîrê Eremenistanê Nikol Paşinyan li ser mijara Qerebaxê û mayîna hêzên Rûsya yên aştiyê axifî. Li gor ajansa fermî ya Rûsyayê Paşinyan gotiye:

“Em dixwazin hêzên aştiyê yên Rûsyayê wezîfa xwe dewam bikin. Ez amade me ku li bajarê Soçiyê belgeyekî ku wexta wezîfa wan heya 10, 15 an 20salan dirêj bike, îmze bikim. Ez pêşniyar dikim ku serokê Rûsya Vladimir Putin li ser mijarê bifikire. Ez dikarim teklîfê bikim lê divê Rûsya destekê bide.”

Hêzên aştiyê yên Rûsyayê di sala 2020an de ji bo şerê Qerebaxê raweste û peymana navbera Ermenistanê û Azerbeycanê kontrol bike çûbû Qerebaxê.