NY wexta mayîna UNIFILê ya Lubnanê salekî dirêj kir

31 August 2023 22:51 0 dîtin
NY wexta mayîna UNIFILê ya Lubnanê salekî dirêj kir

PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî wexta Hêzên Demkî yên Aştiyê (UNIFIL) yê Lubnanê ji bo yek salekî dirêj kir. Biryar di dengdana konseya NY de hat dayîn. UNIFIL, di sala 1978an de hat avakirin û ji bo sînorê Lubnanê yê navbera Îsraîlê biparêze wezîfe dike. Di dengdana konseyê de Rûsya û Çîn deng nedan lê 13 dewletên din bi erênî dengên xwe dan.

UNIFIL, ji sala 2000 an û heya niha parastina 120 km yan ya sînor dike. Xeta ku UNIFIL a NY diparêze, jê re dibêjin ‘Xeta Şîn’. Îsraîl di demên dawiyê de bi hendek û bi têlan sînorên xwe qewî dike.