Ermenistan û Azerbeycan li ser esasên peymana astiyê li hev kirin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Eremenistanê Nikol Paşinyan ragihand ku Ermenistan û Azerbeycan li ser esasên peymana aştiyê li hev kirine. Paşinyan, di ragihandina xwe de got ku ‘her dû welat, zimanên dîplomatîk yên ji hev cuda diaxifin.’
Ajansa fermî ya Rûsyayê TASS, li ser hevdîtinên peymana aştiyê û rewşa dawî ya navbera her dû dewletan ragihandinê kir. TASSSê jî ragihandina xwe bir ser daxwuyaniya Paşinyan. TASSê ji devê Paşinyan weha got:
“Li ser pêvajoya aştiyê ya navbera Ermenistan û Azerbeycanê, hem nûçeyên baş hene û hem yên xerab hene. Gelek başe ku em li ser peymana aştiyê bi Azerbeycanê re gihane esasên peymana aştiyê. Ev, di encama li Brukselê ku min bi serokê Azerbeycanê re, bi navbeynkariya serokê komisyona konseya Awrûpayê Charles Michel re, bicîh hat.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin