Ermenîstanê bi fermî balyozxaneya xwe li Hewlêrê vekir
PeyamaKurd - Ermenîstanê bi fermî balyozxaneya xwe li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê vekir û Arşak Manûkiyan (Arshak Manoukian) wek yekemîn Balyozê Ermenistanê gihîşt Hewlêrê.
Li gor Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî diyar kir, do Çarşemê pêşwazî li yekemîn Bayozê Giştî yê Ermenistanê yê li Kurdistanê Arşak Manûkiyan kiriye.
Sefîn Dizeyî li ser twittera xwe da zanîn: “Me di derbarê pêwendiyên du alî û mijarên cihê de, giringiya her du aliyan gotûbêj kir.”<
>Pleased to receive the Armenian first Consul General in Kurdistan, Mr. Arshak Manoukian. We discussed bilateral relations and topics of mutual interest. The KRG welcomes initiatives from countries to enhance our ties and building a stronger cooperative partnership. @MFAofArmenia pic.twitter.com/nox7NONKQv
— Safeen Dizayee (@SafeenDizayee) October 7, 2020
Herwiha Dizeyî da zanîn: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî li destpêşxeriyên dewletan ji bo pêşxistina pêwendiyên me û avakirina hevbeşiyekî bihêz dike.”
Balyozê Ermenistanê yê li Bexdayê Hrachya Poladiyan, di 20ê Hezîrana 2019an de, tevî şandeke welatê xwe serdana Herêma Kurdistanê kiribû û di civîna bi Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî de gotibû, welatê wî dê di sala 2020an de balyozxaneya xwe li Hewlêrê veke.
Bi giştî zêdetir ji 20 balyozxaneyên welatan li Hewlêrê hene. Li gel wê jî hejmarek nivîsgehên balyozxaneyan û 6 balyozxaneyên fexrî hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin