Esaîb Ehlî Heq ji Bexdayê xwest dîroka vekisîna hêzên DYAyê diyar bike
Peyama Kurd - Esaîb Ehlî Heq ku yek ji komên milîşeyên Şîa yê Heşdî Şabîyê ye, bang li hikûmeta Iraqê kir ku ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hêzên xwe yên leşkerî bi temamî ji Iraqê vekişîne, dîrokeke nêzîk destnîşan bike.
Koma Esaîb Ehlî Heq di derbarê mijarê de îro daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya komê de wiha hate gotin: “Em bang li gelê xwe dikin ku di babeta daxwazên rewa ya lêvegerandina serweriya tam a Iraqê de hevkariyê bikin û dest bidin hev.Em tekez dikin ku divê hikûmeta Iraqê, bi armanca serwerîya tam a Iraqê, ji bo pêvajoya vekişînê dîrokek diyar bike."
Koma Esaîb Ehlî Heq her wiha diyar kir ku ev vekişîn piştî qehremanî û qurbanîdana berxwedêrên îslamî yên Iraqê pêk hat ku bi çekên xwe li hember hêzên dagirker rawestiyan û ew neçar kirin ku bi tevahî ji biryara niştimanî ya Iraqê vekişe.
Balkêş e ku ev daxuyanîya koma di bin sîwana Heşdî Şabîya girêdayî rejîma Îranê de cih digire, rastî 12. salvegera biryara vekişandina ji Iraqê ya hêzên Amerîkayê hat.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin