Yehya Resûl : Kesekî dixwest xwe li Bexdayê biteqîne hat desteserkirin
PeyamaKurd – Dezgeha Asayîşa Niştimanî ya Iraqê, îro kesekî dixwest xwe li cadeyeke Bexdayê biteqîne desteser kir.
Li gor Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarî yên Iraqê Lîwa Yehya Resûl îro 2yê Sibata 2021ê diyar kir; kesekî dixwest xwe li Bexdayê biteqîne, hat desteserkirin.
Herwiha Dezgeha Asayîşa Niştimanî ya Iraqê li parêzgeha Selahedîn û Diyala di daxuyaniyekê da zanîn: "Şaneyeke terorîstî desteser kir, ku ji çar endaman pêk dihat, yek ji wan xwekuj bû, yên din her yek ji wan erkên wan hebû; fermandarê şaneyê, şofêr û çekdar".
23yê Çileya 2021ê du êrîşên xwekujî li Bexdayê hatin encamdan û di wan teqînan de nêzîkî 35 kesan can dan û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn. Îdiaya wê yekê hebû ku sê wekujên din li Bexdayê hene û dixwazin xwe biteqînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin