Yehya Resûl: Asayîsa Bexdayê ji kontrole derneketiye û di bin kontrola me de ye

30 December 2020 12:00 0 dîtin
Yehya Resûl: Asayîsa Bexdayê ji kontrole derneketiye û di bin kontrola me de ye

PeyamaKurd Berdevkê Serfermandariya Artêşa Iraqê Yehya Resûl li ser rewşa asayîşa Bexdayê axivî û got, asayîş ji kontrole derneketiye û di bin kontrola wan de ye.

Yehya Resûl do êvarî di hevpeyvînekê de di derbarê girjiya emnî ya li Bexdayê û gefên milîsên şîe li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dixwin de axivî û da zanîn, rewşa emnî ya Bexdayê di bin kontrola wan de ye, wan rewşa emnî kontrol kiriye.

Herwiha Yehya Resûl dide zanîn, artêşa Iraqê û polîsên fedeal ê Iraqê rewşa bajêr kontrol kirine û asayîşa Bexdayê di deste wan deye.

Yehya Resûl destnîşan kiriye, ew ê dîplomatên biyanî li Iraqê biparêzin.