Yehya Resûl li ser êrîsên Bexdayê axivî: Em gihîstin asteke girîng!
PeyamaKurd - Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarên Iraqê Yehya Resûl, li ser hûrgilî û lêkolînên wan ên derheqê êrîşên fûzeyî li ser Herêma Kesk a Bexdayê daxûyanî da.
Resûl li ser wan êrîşên berdewam ên fuzebarana ser avahiyên nûnertiyên welatan got, "Di encama lêkolînan de em gihîştine asteke girîng."
Yehya Resûl bêyî ku behsa berpirsên wan êrîşan bike, da zanîn ku komîteya lêkolînê bi fermana Serokwezîr Mistefa Kazimî, ji bo lêpirsîneke berfireh dixebite.
Hêjayî gotinê ye, ji ber êrîşên berdewam Balyozê Amerîkayê yê Iraqê) Matthew Tueller, ji Bexdayê bar kiribû û hatibû li Hewlêrê bicih bûbû.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî doh di televizyona fermî de dabû xuyakirin ku derketina nûner û balyozên welatan ji Bexdayê felaketeke mezin e bo Iraqê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin