Esed li Tehranê ji aliyê Xaminey ve hat pêswazîkirin: Reîsî roleke girîng lîstiye!

30 May 2024 19:40 0 dîtin
Esed li Tehranê ji aliyê Xaminey ve hat pêswazîkirin: Reîsî roleke girîng lîstiye!

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokê Sûriyê Beşar Esed ligel şandekê serdana Îranê kiriye.

Li gorî ragihandina Ajansa Dewletê ya Îranê IRNAyê, Rêberê Olî yê Îranê Elî Xaminey li Tehranê Beşar Esed û şanda pê re pêşwaz kiriye.

Xaminey di pêşwazkirina Esed de got ku Serokomar Îbrahîm Reîsî di xurtkirina têkiliyên Tehran û Şamê de roleke girîng lîstiye û wezîrê karên derve Hisên Emîr Ebdulehyan jî girîngî daye vê yekê.

Hêjayî gotinê ye, piştî 10 rojan ji ser mirina serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Hisên Emîr Ebdulehyan û berpirsên pê re Esed serdana Tehranê kir.