Esper: Tirkiye xeyalên me sikand

16 July 2019 23:35 0 dîtin
Esper: Tirkiye xeyalên me sikand

PeyamaKurd- Wekîlê wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Mark Esper ragihand ku Tirkiye bi kirîna S-400an, xeyalên Amerîkayê şikandiye. Esper niha bi wekalet li wezareta bergiriya Amerîkayê dinêre lê rêvebiriya Trump bo Esper bibe wezîrê bergiriyê, bo kongreye hatiye peşniyarkirin. Esper di axaftina xwe ya bo teslimata S-400an de, di îfadeyên xwe yê bo Komîta Xizmetên Çekdarî yê Senatoyê weha got:

“Tirkiye endamekî girîng yê NATO ye. Kirîna S-400an biryareka şaş bû û xeyalên me şikand.”

Mark Esper got ku nabe Tirkiye hem xwediyê S-400an be û hem ortaxê çêkirina F-35an be.