FBI: Êrîskar hate kustin, êrîseke terorî ye

01 January 2025 18:32 0 dîtin
FBI: Êrîskar hate kustin, êrîseke terorî ye

PeyamaKurd – Îro 1ê Çileya 2025an li bajarê New Orleans Kolana Bourbon a Amerîkayê, kesekî bi kamyonê da ser qelebalixiyê û bi çekê jî gule reşandin. Buroya Lêpirsîna Federalî ya Amerîkî (FBI) derbarê bûyerê de daxuyanî da û wekî êrîşeke terorî binav kir.

Li gorî ragihandina Polîsê New Orleansê, kesekî bi kamyonê da ser xelkê û di encamê de herî kêm 10 kes mirin û 35 kes zêdetir jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya CNNyê, rayedarên rewşên lezgîn ên ku şandin herêmê, bûyer wekî "kuştina komî ya " binav kir.

Saziya fermî ya amadekariya afetê ya New Orleansê "NOLA Ready"ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku birîndar veguhastine nexweşxaneyên nêzîk û hişyarî da ku nêzîkî cihê bûyerê nebin.

Şahidên bûyerê gotine ku ev bûyera trajîk a roja yekem a 2025an, şahiya şeva serê salê veguherandiye dehşetê.

FBIyê ragihand ku êrîşkar hatiye kuştin û êrîş wekî êrîşeke terorî ketiye ber lêpirsînê.