Federîca Mogherîni: Em ê ji bo Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê milyar û nîvek ewro bisînin
PeyamaKurd - Nûnera Bilind a Polîtîkaya Ewlehiyê û Têkiliyên Derva ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Federîca Mogherîniyê got “Ez dixwazim teyîd bikim ku em ê ji 3 milyar ewroyê ji bo Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê milyar û nîvekî bişînin.”
Mogherînî di vekirina konferansa “Piştgiriya Ji bo Dahatûya Sûriye û Herêmê” ya ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û YEyê va li Brukselê hat lidarxistin da axivî û destnîşan kir ku li Sûriyeyê çareserî eskerî nîne siyasî ye.
Mogherîniyê bal kişand ku hevdîtinên Cenevreyê yên bi serkêşiya NYyê ji bo pêkanîna çareseriya siyasî hatiye mizakerekirin girîng e û diyar kir ku di heman demê da divê bi çarçoveyeke siyasî piştgiriyê bidin agirbestan.
Mogherîniyê bal kişand ji bo ku koçberên Sûriyeyî vegerin welatê xwe divê rêyên ewledar bên çêkirin û spasiya gel û hikûmetên Tirkiye, Libnan û Urdina ku ev çendî sal in mazûvantiya Sûriyeyiyan dikin, kir. “Ji bo Tirkiyeyê dê milyar û nîvek ewro bê şandin”
Mogherîniyê got “YE di sala 2019an da ji bo qeyrana li Sûriyeyê 560 milyon ewro teahud dike. Armanca me ew e ku em heman mîqdarê di 2020 û 2021ê da jî bişînin.”
Mogherîniyê got YE ji bo bicîanîna teahudên xwe biryardar e û wiha axivî: “Ez dixwazim teyîd bikim ku em ê ji 3 milyar ewroyê ji bo Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê milyar û nîvekî bişînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin