Fermandarê Amerîka Twitty ji bo ‘Herêma Ewle’ diçe Rihayê

15 August 2019 15:03 0 dîtin
Fermandarê Amerîka Twitty ji bo ‘Herêma Ewle’ diçe Rihayê

PeyamaKurd – Şanda bi serokatiya Cîgirê Fermandarê Hêza Ewropa ya Amerîkayê Korgeneral Stephen Twitty, îro piştî ku serdana Enqerê kir, ji bo xebatên herêma ewle li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê derbasî bajarê Rihayê dibe.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) ragihand ku îro şanda leşkerî ya bi serokatiya Cîgirê Fermandarê Hêza Ewropa ya Amerîkayê Korgeneral Stephen Twitty, piştî serdana Wezareta Derve û Serkerkaniyê ji bo xebatên kordînasyona navenda operasyonên hevbeş derbasî Rihayê dibe.

Hêjayî gotinê ye, du roj berê jî şandeke leşkerî ya Amerîkayê derbasî sînorê Rojavayê Kurdistanê bûbû û ji bo pêkanîna rêkeftina Amerîka-Tirkiyê dest bi xebatên xwe yên bi rayedarên leşkerî yên Tirkiyê re kiribûn.