Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê dest pê kir!

01 November 2018 11:18 0 dîtin
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê dest pê kir!

PeyamaKurd- Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê îsal cara 9emîn tê lidarxistin. Îsal festîvalê bi fîlmê “Keçikên Rojê” (Girsl of the Sun) dest pê kir.

Fîlmê bi navê “Keçikên Rojê” li ser şerê Sûriyê hatiye kişandin. Serlehegên fîlmê, jinên Kurd û Êzîdî ne ku li dijî IŞÎDê şêrr dikin. Serlehenga fîlmê, aktîwîsta Kurd a Îranî Golshifteh Farahanî girtiye ser xwe û Eva Husson Derhêneriya fîlm kiriye.

Derhênerê Tirk Fatih Akin jî fîlm temaşe kir.

Di galaya fîlmê de eleqeyeke mezin hebû. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê wê heta 4ê Mijdarê bidome.