Fînlandiya heya 14ê Nîsanê sînorê xwe bi Rûsya re girtî dihêle

09 February 2024 02:07 0 dîtin
Fînlandiya heya 14ê Nîsanê sînorê xwe bi Rûsya re girtî dihêle

PeyamaKurd - Fînlandiya ragihand ku heya 14ê Nîsanê sînorê xwe bi Rûsya re girtî dihêle. Li ser sînorê her dû dewletan 9 derî hene û Fînlandiya ji ber ku koçber di ser Rûsyayê de diçin Fînlandiyayê, newêre deriyên xwe ji aliyê Rûsya re vekirî bihîle. Niha tenha yek deriyekî vekirî hiştiye.

Fînlandiya ji 9 deriyan 8 deriyan ji Rûsyayê re girtibû. Wezîra karên hundir ya Fînlandiyayê Mari Rantanen di ragihandina xwe de got:

“Li aliyê dinê li Rûsyayê bi sedan hetta bi hezarî kes bendene ku koçî aliyê Fînlandiyayê bikin. Li benda derfetane.”

Sînorê Fînlandiyayê bi Rûsya re 340 km ye û Fînlandiya di wê baweriyê de ye ku Rûsya wan koçberan dişîne aliyê Fînladiyayê an ku wan teşwîq dike.