Firset Sofî bû parêzgarê nû yê Hewlêrê
PeyamaKurd – Îro Pêncşemê (12.09.2019) Encûmena Parêzgeha Hewlêrê, bi piraniya dengan berbijêrê PDKê yê ji bo parêzgariyê Ferset Sofî weke parêzgarê nû yê Hewlêrê hilbijart.
Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Encûmena Parêzgeha Hewlêrê, parlamenterê xwe yê xûla pêncem a Parlamentoya Kurdistanê, Ferset Sofî ji bo wergirtina wê postê berbijêr kiribû.
Di civîna îro ya Encûmena Parêzgeha Hewlêrê de, berbijêrê PDKê Ferst Sofî ji dengên 28 endamên encûmenê, dengên 27 kesan bidestxist û weke parêzgarê nû yê Hewlêrê hat hilbijartin.
Li gor yasayê, ji bo hilbijartina Parêzgarê Hewlêrê, pêwîstî bi dengên 16 endamên encûmenê heye. Piştî hilbijartina ji aliyê encûmena parêzgehê ve, navê kesê hilbijartî ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re tê şandin, daku paşê Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi fermaneke herêmî destbikarbûna wî bi fermî rabigihîne.
FIRSET SOFÎ KÎ YE?
Ferset Sofî sala 1978an ji dayik bûye û xwediyê bawernameya Doktora di Yasaya Giştî de ye. Herwiha Ferset Sofî, di xûla çarem a Parlamentoya Kurdistanê de, parlamenterê PDKê bûye, bo demekê jî di Zanîngeha Polîteknîk a Hewlêrê de mamostetî kiriye.
Sofî endamê Desteya Şêwira Yasayî ya li Serokatiya Herêma Kurdistanê, endamê Komîteya Amadekirin û Nivîsandina Destûra Kurdistanê û endamê Komîteya Bilind a Reformê li Herêma Kurdistanê jî bûye. Herwiha ew tekane parlamenter e li Kurdistanê ku piştî bidawîhatina erkê parlamenteriyê, wergirtina mûçeyê xanenişîniyê red kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin