Foza Yusif: Gotinên Lavrov têne wateya ku Rûsya êrîsên Tirkiyê qebûl dike

06 October 2020 19:18 0 dîtin
Foza Yusif: Gotinên Lavrov têne wateya ku Rûsya êrîsên Tirkiyê qebûl dike

PeyamaKurd - Endama Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Rojavayê Kurdistanê Foza Yusif, li ser gotinên Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku dibêje, ‘Amerîka hewil dide rêveberiyeke nîvdewletî ya Kurd ava bike û ev dê bibe sedema teqîneke mezin’ axivî.

Foza Yûsif li Rimêlanê di 4emîn Kongreya Yekîtiya Jinên Ciwan ên PYDê de li ser mijarê axivî û wiha got:

“Ji daxuyaniyên Lavrov diyar dibe ku Rûsya êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelê me li Sûriyê qebûl kirine û piştgiriya parçekirina Sûriyê û guhertina demografiya herêman bi rêya çeteyên Tirkiyê dike. Lewre daxuyaniyên wî tê wateya ku Rûsya vê siyasetê dipejirîne. Divê civaka navneteweyî li pêşberî sûcên Tirkiyê û êrîşên wê yên li dij civakê nebe alavek.”