Fransa heyeta xwe ya dîplomatîk sand Samê

17 December 2024 22:19 0 dîtin
Fransa heyeta xwe ya dîplomatîk sand Samê

PeyamaKurd – Piştî hilweşandina rejîma Baasê ya Sûriyê, Fransa cara yekem heyeta xwe ya dîplomatîk şand Şamê. Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Fransayê; Fransa terefdarê pêvajoya guhestina pêvajoya aştiyê û temsîlkirina hukumetekî ku temamê pêkhateyan di nav xwe de bihewîne ye.

Heyet, di hevdîtina bi rêvebiriya demkî ya Şamê re, xwest ku pêvajoyeka guherînê ya ku temamê pêkhateyên li Sûriyê bixe nav xwe, li mafê xelkê rêz bigrin, temamê etnîsîte, dînan û xelkê sîvîl biparêzin û rêz li yekîtiya axê bigrin.

Heyet got ku Fransa terefdarê Sûriya bi piraniyêye û wê balê bide ser garantîkirina ewlehiya temamê herêmê. Ewlehî, wê têkoşîna li dijî rêxistina terorê ya DEAŞê be, ber li çekên kîmyewî yên rejîma Sûriyê ya berê bigrin û wê ev tişt hemû krîterên destnîşankirina alîkariya Sûriyê bin.

Heyeta Fransayê her weha çû seredana balyozxana Fransayê ya li Şamê ku ji sala 2012an heya niha girtiye.

Nûnerê taybet yê Frasanyê yê li Sûriyê Jean François Guillaume li herêmê bi rêxistinên sîvîl yên civakî re gotiye ku kesên ji zîndanên Esad rizgar bûne, Fransa amade ye ku destekê bide wan.

Wezreta karên derve ya Fransayê di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku piştî 12 salan cara yekeme ku ala Fransayê li balyozxana Fransayê ya Şamê bilind dike.