Fransa: Tirkiyê bi awayekî dijminane kestiya me ya NATOyê tacîz kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku keştiyeke hêzên deryavaniya Tirkiyê, keştiya Fransayê di erka NATOyê de bû tacîz kir.
Li gorî nûçeya Reutersê rayedarekî ji Wezareta Berevaniya Fransayê beriya civîna wezîrên endamên NATOyê ragihandiye ku hêzên deryavaniya Tirkiyê bi awayekî dijminane êrîşkarî li keştiya Fransa ya di erka NATOyê de bû, kiriye û gotiye, “Nabe NATO wekî ku problema Tirkiyê nebe tevbigere û serê xwe di bin qûmê de veneşêrin.”
Rayedarê Fransî diyar kiriye ku pêwîste bi vê pirsê (Tirkiye) re rûbirû bibin, bînin ziman û pê re eleqedar bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin