Fransa û Îmarat peymana hevkariya enerjiyê îmze kirin

19 July 2022 01:32 0 dîtin
Fransa û Îmarat peymana hevkariya enerjiyê îmze kirin

PeyamaKurd – Wezareta darayî ya Fransayê ragihand ku di dema seredana serokê dewleta Îmratan Muhammed bin Zayid Al Nahyan ya ji bo Fransayê de peymana enerjiyê di navbera Fransa û Îmaratan de hatiye îmzekirin. Her dû dewlet di seha hîdrojen, enerjiya tê nûhkirin û enerjiya nukleerî de projeyên veberhênanê yên hevpar destnîşan kirine û ji bo projeyên kesk bên fînansekirin, îhtîmala avakirina fıonekî hevpar heye.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron, serokê dewleta Îmaratan Al Nahyan li Koşka Elysee kiriye mêvan û nîşana di asta herî bilind de ya Fransayê ya Legion d'Honneur dayê.

Îmaratan di sal borî de di meha 12 an de ji bo kirîna 80 heb balafirên şer yên Rafale peyman îmze kiribû ku miqdarê wan 14 mîlyar Euro bû.