Fransa wê alavên leskerî bisîne 'Wî welatî'
PeyamaKurd – Wezîra Karên Derve ya Fransayê Catherine Colonna diyar kir, rêveberiya Parîsê dayîna alavên leşkerî yên ji bo Êrîvanê "pejirandiye".
Li gor nûçeya Euronewsê Wezîr Colonna ku li Erîvanê daxuyanî da çapemeniyê û wiha got: "Fransayê îmzekirina peymanên pêşerojê yên ku wê bikaribe ji Ermenîstanê re amûrên leşkerî bên şandin da ku parastina xwe misoger bike qebûl kir."
Wezîrê Fransî derbarê naveroka kelûmelên leşkerî de hûrgilî neda, lê diyar kir, Parîs wê di vî warî de "bi ruhê berpirsiyariya her du aliyan û bê zêdekirin" tevbigere.
Wezîr Colonna eşkere kir, Azerbaycan hem bi saya dahata xwe ya petrolê hem jî bi piştgiriya Tirkiyeyê tim xwe çekdar dike.
Colonna di daxuyaniya xwe de da zanîn, welatê wî ji serwerî û yekparçebûna axa Ermenîstanê bi fikar e û ew bi Yêrêvanê re di nav "hevgirtinê" de ne.
Piştî hevdîtina fermî, Colonna tevî Wezîrê Tenduristiyê yê Ermenîstanê Anahit Avanesyan, bi endamên civaka ermenî yên ku ji Qerebaxa Çiya derbasî Ermenîstanê bûn jî hatin cem hev.
Wekî din, Colonna di daxuyaniya xwe ya li vir de got, welatê wî wê 12,5 milyon euro alîkariya mirovî ji bo penaberên ji Qerebaxa Çiya bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin