Fransayê, sozê perwerdehiya leskerî da Ukraynayê

16 October 2022 21:00 0 dîtin
Fransayê, sozê perwerdehiya leskerî da Ukraynayê

PeyamaKurd- Rayedarên Fransayê, li ser perwerdekirina taybet a leşkerî û li ser dayîna moşekên li dijî balafirên bêmirov, soz da rayedaên Ukraynayê.

Daxuyanî, ji aliyê Wezîrê Berevaniya Fransayê Sebastien Lecornu ve hat dayîn û bi rêya daxuyaniya ku bi rêya rojnameya Le Parisienê hat ragihandin, hat zanîn ku dê Fransa nêzîkî 2 hezar leşkerên Ukraynayê li Fransayê perwerde bike.

Lecornu got,“Mixabin em wisa difikirin ku dê şer berdewam be û perwerdehiya ku Fransa bide leşkerên Ukraynayê, gavekî girîng e.”

Wezîrê Frensî da zanîn ku ew ê ji bo Ukraynayê bataryayên moşekên berevaniya asîmanî yên Crotale bên şandin û ev jî dê li hember bombardumana hewayî bi bandor be.