Fûad Husên: Serê DYA û milîsan dikare Iraqê tûsî ser bike
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên hişyarî da û got: "Şer û pevçûnên di navbera DYA û komên milîs ên ku Îran piştgiriya wan dike, dikare Iraqê ber bi şerekî navxweyî ve bibe."
Fûad Husên ji BBCyê re peyivî û gazinên xwe yên ji hewl û meylên komên çekdar ên li Iraqê anî ziman. Husên diyar kir ku ew ne tenê ji Îranê, ji hemû hêz û aliyên Iraqê yên ku rewşê dijwartir dikin bi gazin in û got: "Em ê hewl bidin ku hegemonyaya van aliyan ji holê rakin û bikin ku Iraq hemû mijaran de biryarên xwe bide.”
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di hevpeyvîna bi BBCyê re wiha peyivî: "Ji ber êrişên tolhildanê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û komên çekdar ên ku Îran piştgiriya wan dike, dibe ku Iraq bikeve nav şerekî. Mijarên ku DYA û Îran pê hêrs dibin pir zêde bûne. Ji ber ku pirsgirêkên wan li ser axa Iraqê çareser nabin, em hêvî dikin ku her du alî jî êrişên xwe rawestînin.”
Fûad Husên pêwîstiya destpêkirina danûstandinên ji bo çareserkirina pirsgirêkan anî ziman û vekişîna leşkerên DYA ya ji Iraqê destnîşan kir.
Husên bi bîr xist ku ji bo têkbirina DAIŞê, bi armanca şêwirmendiya serbazî bikin DYAyê di 2014an de 2 hezar û 500 leşker şandine Iraqê û wiha dom kir: "Ji ber ku dema mayîna xwe ya li Iraqê derbaz kirine, divê ji bo vekişîna 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkî danûstandin dest pê bikin. Piraniya xelkê Iraqê naxwazin hêzên biyanî li welatê wan bimînin. Ew leşkerên Amerîkî ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatibûn vexwendin, divê êdî Iraqê biterikînin."
Wezîrê Derve yê Iraqê Husên metirsiya ku komên çekdar ên girêdayî rejîma Îranê bûne jêderên wê destnîşan kir û got ku "komên çekdar niha bûnê sedemê dijwariyeke mezin. Bûne sedemê ji hêla neyinî ve guherîna Iraqê ji ber ku gotinên van koman tê wateya metirsiyê li ser welat."
Fûad Husên di dawiya hevpeyvîna xwe de da zanîn ku ji komên çekdar re nameyek hatiye şandin û di nameyê de ji wan re hatiye gotin ku "eger ew van hewl û meylên xwe bidomînin wê Iraq ber bi şer ve biçe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin