Gantz gefa vekisîna ji hikûmetê li Netanyahû xwar
PeyamaKurd – Serokê Opozîsyonê û endamê Kabîneya Şer a Îsraîlê Benny Gantz, ragihand ku ew li bendê ye Serokewzîrê Îsraîlê planeke ji 6 xalan pêk tê ya wî pêşkeş kiriye heta 8ê Hezîranê pêk bîne.
Serokê Partiya Yekîtiya Niştimanî Gantz ragihand, heger ew plan neyê pêkanîn ew dê ji hikûmetê vekişiin.
Gantz, ji Netanyahû xwest ku piştî şerê Hemasê wê herêma Xezeyê ji aliyê kîjan alî ve bê birêvebirin were diyarkirin.
Di civîneke rojnamevanî de Gantz got, “Nêrînên şexsî û siyasî êdî bandorê li cihê herî pîroz ê ewlehiya Îsraîlê dikin û welat ber bi kendalê ve dibin.”
Herwiha Gantz da zanîn ku plana ji 6 xalan pêk tê rêveseiya demkî ya Amerîka-Ewropaw-Ereb û Filîstînê ya sivîl li xwe digre.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin