Netanyahû careke din bo avakirina hikûmetê hat erkdarkirin

06 April 2021 14:50 0 dîtin
Netanyahû careke din bo avakirina hikûmetê hat erkdarkirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû piştî hilbijartinên giştî yên Îsraîlê ku têra avakirina hikûmetê kursî bi dest nexistibûn, careke din ji bo avakirina hikûmetê hat erkdarkirin.

Serokomarê Îsraîlê Reuven Rivlin, ji bo avakirina hikûmetê Benyamîn Netanyahû raspart ku di nav du salan de cara çeremîn e hilbijartinên giştî têne kirin û ti partiyek bi serê xwe têra avakirina hikûmetê kursiyan bi dest naxe.

Di hilbijartinên 23yê Adarê de, partiya Netanyahû Lîkudê jî têra avakirina hikûmetê kursî bi dest nexistibûn ku pêwîstî bi 61 kursiyan heye.

Tê çaverêkirin Netanyahû bi rêya hevpeymaniyê kabîneya xwe pêşkeş bike.