Geir Pedersen, hevdîtina xwe ya bi Ankara re dike

05 September 2019 22:41 0 dîtin
Geir Pedersen, hevdîtina xwe ya bi Ankara re dike

PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Tirkiyê di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku wan heyeta di bin serokatiya temsîlkarê Neteweyên Hevgirtî yê bo Sûriyê taybet Geir Pedersen qebûl kirine. Serokatiya heyeta wezareta karên derve yê Tirkiyê balyozê mezin û cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Sedat Önal dike.

Wezareta karên derve ya Tirkiyê di ser hesabê xwe yê twitterê de mijarê weha ragihand:

“Cîgirê wezîrê me balyozê mezin Sedat Önal, temsîlkarê taybet yê Neteweyên Hevgirtî bo Sûriyê Geir Pedersen û heyeta pêre qebûl kiriye. Di hevdîtinê de li ser halê Sûriyê yê rojane û pêvajoya siyasî hatiye axaftin.”

Pedersen û heyeta pêre, wê bi Tirkiyê re avakirina komîta makezagona Sûriyê, Idlib, serbest berdana girtiyên her dû aliyan jî biaxife. Pedersen berya here Tirkiyê, bi Tehranê re hinek mijaran guftûgo kiribû.