Gelê Singalê dixwaze Pêsmerge vegere û Ala Kurdistanê bê bilindkirin
PeyamaKurd – Piştî rêkeftina bo Şingalê ya di navbera Hikûmeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê de, koçberên Şingalê yên ku li kampên Duhokê dijîn kêfxweşiya xwe tînin ziman ku di nêzîk de rêya vegera wan pêk tê.
Li gorî nûçeya K24ê koçberên kampê dibêjin, "Em hêvî dikin ku di zûtirîn demê de tenê ala Kurdistan û Iraqê li Şingalê were bilindkirin."
Hemwelatiyekî Şingalî dibêje, "Ez gelekî dilxweş im. Heger pêşmerge venegerin wir (Şingal) star nabe. Herwiha me divê ew hukûmeta ne yasayî derxin ji wê derê. Vêca bibe yek ala: Ala Merkezî û ya Herêmî. Wellehî ji doh de wekî kurê min ji êqsîrî vegere çend zilamek kêfxweş dibe, gelek kêfxweş im."
Hemwelatiyeke din jî gotiye: "Asayîş û pêşmerge bi me re ye. Çaxê em bi riyekê bikevin, dixtorekî xedir (neheqî) hene. me divê li hemû cihî eman hebe. Çaxê em derkevin derve, nesaxekî xestexana be, me divê guhê wan di ser me hemûyan de be. Me divê tiştê me hemûyan kamil be. Em biçin ser cih û warê xwe. Em li ba miriyê xwe bin, em saxê vê derê bin! Rastî xweş e."
Kesayetiyeke Şingalê diyar dike ku kar û xebatên Hukûmeta Kurdistanê yên ji bo aramkirina rewşa Şingalê cihê rêzê ye. û bi hêvî ne careke din Pêşmergeyên Kurdistanê dîsa vegerin. Alaya Kurdistanê dîsa li ser çiyayê Şingalê bê bilindkirin û wiha pê de diçe:
"Me berî her tiştî divê Pêşmergeyên me yên qehraman biçin Şingal û alaya me rabe. Me nevê alayek û pên û şeş rabin! Alayek tenê be em bibine destek. Hukûmeta Herêma Kurdistanê, pêşmergeyên me yên qehreman û artêşa merkezî (Iraq) bêne Şingal, zerera me qerebo bikin, ev malên xerab bûyi em çêbikin."
Rêkeftina Şingalê roja Înê bi amadebûna nûnertiya Neteweyên Yekbûyî hatibû îmzekirin û di asta cîhanê de gelek deng vedabû.
Piştî ku Şingal ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin, sala 2017an Haşdî Şabî û Artêşa Iraqê ketibûnê û herwiha PKK jî tê de bicih bûbû ku rewşa Şingalê heta niha jî ji bo vegera koçberên Kurdên Êzidî aram nebûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin