Li Singalê hejmara hêzên Pêsmerge û çekên wan tê zêdekirin

18 October 2023 18:25 0 dîtin
Li Singalê hejmara hêzên Pêsmerge û çekên wan tê zêdekirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku tê çaverêkirin di demeke nêzîk de hejmara hêzên Pêşmerge li navçeya Şingalê were zêdekirin.

Li gorî daxuyaiya Fermandarê Hêzên Pêşmerge yên Şingalê Qasim Şeşo, wê rêveberiya Herêma Kurdistanê hejmareke zêdetir a Pêşmergeyan li Şingalê bicih bike û dê çekên zêdetir jî ji bo wê hêzê werin dabînkirin.

Şeşo daye zanîn ku ew doh 17ê Cotmehê bi Serok Mesûd Barzanî re civiyaye û daxwaza xwe ya bihêzkirina hêzên Pêşmerge yên li Şingalê anîne ziman ku Serok Barzanî jî gotiye, “Wê hejmara hêzên Pêşmerge yên li Şingalê derxin 3 hezaran.”

Herwiha Qasim Şeşo daye xuyakirin ku dê li gorî rêkeftina navbera Hewlêr-Bexdayê ya asayîkirina rewşa Şingalê tevbigerin û 300 dolar jî mûçe bo pêşmergeyan bê dayîn û çekên wan jî bên zêdekirin.