Hêzên Pêsmerge û Iraqê embara çekên DAISê teqand

17 August 2021 17:25 0 dîtin
Hêzên Pêsmerge û Iraqê embara çekên DAISê teqand

PeyamaKurd - Hêzên Iraqê bi hemahengiya ligel hêzên Pêşmerge embareke çekan a bombe û teqemeniya rêxistina terorîst a DAIŞê tê de bû, li çiyayê Qereçûxê teqand.

Şaneya ragehandina ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro 17ê Tebaxê wan di embarê de dest daniye ser hejmarek amûrên teqînê û 10 bombeyên nû hatine çêkirin.

Şaneya ragihandinê daye zanîn, hêzên artêşa Iraqê bi hemahengiya hêzên Pêşmerge ew embar dîtine û piştre jî teqandine.