Wekîlê Mîrê Êzdiyan: Pêwîst e Pêsmerge vegere Singalê
PeyamaKurd - Wekîlê Mîrê Êzdiyan ê karûbarên peyvendiyan diyar kir, ji ber tevgera terorîstên DAIŞê Şingal di rewşeke xirab û metirsîdar de ye û ji ber wê pêwîst e Pêşmerge vegere Şingalê.
Wekîlê Mîrê Êzdiyan ê karûbarên peyvendiyan Mîr Cewher Elî Beg ji BasNewsê re ragihand metirsiya terorîstên DAIŞê li Şingalê berdewam û xwest ku Pêşmerge veger Şingalê.
‘Metirsiyeke mezin li ser Şingalê heye’
Mîr Cewher Elî Beg got, “Bi taybet piştî rê ji vegera malbatên DAIŞê re bo devera Şingalê hat dayîn, ev yek bû eger bo tevgera DAIŞê li devera Şingalê her bimîne. Ji ber DAIŞiyên sala 2014ê de êrîş ser Şingalê kirin û keç û jin û zarokên êzdiyan revandin. Niha her ew ereb vegeriyan Şingalê. Ji ber wê jî metirsiyeke mezin li ser Şingalê heye. Careke din ew terorîstên DAIŞê karesatekî di serê xelkê me de dibe ku bînin. Lewra em daxwaz dikin Pêşmergeyên Kurdistanê vegere Şingalê û gelek caran me daxwaz kiriye hêzên hevbeş li Şingalê hebin. Ji ber rastî jî rewş gelek xirab û metirsîdar e.’’
Her wiha Wekîlê Mîrê Êzdiyan got: ‘’Ew erebên ku sala 2014ê de bûn DAIŞî naha vegeriyane ser gundên xwe yên li Şingalê. Em ditirsin ew ereb careke din gelê me jenosoîd bike. Lewra pêwîst e Pêşmerge vegere Şingalê, ku berî karesatek din ser gelê me yê êzdî de pêk bê.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin