Girê Spî | Mayîn teqiya: 2 leskerên hêzên hikumeta Samê birîndar bûn

29 March 2022 11:00 0 dîtin
Girê Spî | Mayîn teqiya: 2 leskerên hêzên hikumeta Samê birîndar bûn

PeyamaKurd Li Girê Spî, di encama teqîna mayîneke çekdarên dewleta Tirkiyê de, 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn. 

Li gor zanyariyan, hêzên hikûmeta Şamê 2 baregehên artêşa Tirk ên li Helebê topbaran kirin û di encamê de, 2 leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn.

Herwiha hat ragihandin, li gundê Kor Hesen ê dikeve rojavayê bajarê Girê Spî, mayîneke çekdarên dewleta Tirk a dagirker teqiya û di encamê de fermandarê hêzên hikumeta Şamê yê bi navê Ramî Celûd û leşker Mehmûd Mûsa bi giranî birîndar bûn.

Her du birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxneyên bajarê Helebê.